QAMIŞLO – Asayişê têkildarî kuştina bûka nûzewicî Rîtac Osê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê, kesên ku jina ciwan Rîtac Osê kuştine desteser kirin.

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bûka nûzewicî Rîtac Osê 18ê Çiriya Paşînê di mala xwe de kuştî hatibû dîtin.

Hatibû zanîn şkence lê hatiye kirin û bi derbên kêran hatiye kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn têkildarî bûyera kuştina Rîtac Osê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya xwe de Hêzên Ewlehiya Hundirîn diyar kir ku di 7ê Çiriya Paşînê ya 2023yan de agahî çûye ber destê hêzên wan ku li taxa Enteriyeyê ya Qamişloyê, kesek hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniyê piştî wê agahiyê hêzên wan yekser çûn cihê bûyerê.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn herwiha da zanîn ku  Hêzên Têkoşîna li Dijî Sûcan, li cihê bûyerê delîl kom kirin û lêpirsîn bi gelek kesên gumanbar re çêkirin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn eşkere kir ku ew kes li xwe mikur hatine ku wan ji ber pirsgirêkên malbatî, wan Rîtac Osê kuştiye.

Hêzên asayişê ew kesên desteserkirî veguhastin Meclisa Edaletê ya Qamişloyê.

"Rîtac bi destên 5 kesan hat kuştin"

Redwan Osêyê apê Rîtac Osê, pêştir beşdarî bultena Rûdawê bûbû û behsa bûyera kuştina biraziya xwe kiribû.

Redwan Osê gotibû, “Rîtac bi destên 5 kesan hat kuştin. Di kuştina Rîtacê de destê hevjînê wê Azad Çelebî û hevjîna Azad a li Ewropayê û her du birayên hevjîna wî ya li Almanyayê hene. Birayê Azad jî di kuştina Ritacê de bûye alîkar.”