Li Rihayê serwîsa mamosteyan wergeriya: 9 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw)  - Li navçeya Sêweregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê serwîsa mamosteyan wergeriya, li gor tesbîtên ewil 9 kes birîndar bûn.

Li navçeya Sêwererê minîbûsa serwîsê ya ku Alî Îhsan K. diajot û tê de mamosteyên Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Çevîrmeyê hebûn wergeriya.

Piştî agahdarkinê, tîmên tenduristî û ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de li gor tesbîtên ewil 9 kes birîndar bûn.

Hat zanîn ku tîmên tenduristiyê birîndar veguhestin nexweşxaneyên li Amedê.