Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêweregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê serwîsa mamosteyan wergeriya, li gor tesbîtên ewil 9 kes birîndar bûn.
Li navçeya Sêwererê minîbûsa serwîsê ya ku Alî Îhsan K. diajot û tê de mamosteyên Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Çevîrmeyê hebûn wergeriya.
Piştî agahdarkinê, tîmên tenduristî û ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de li gor tesbîtên ewil 9 kes birîndar bûn.
Hat zanîn ku tîmên tenduristiyê birîndar veguhestin nexweşxaneyên li Amedê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse