Karayilan: Teqez dê êrîşî Rojava bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan ragihand, teqez Tirkiye dê êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike û sedema wê bi hilbijartinan ve girêda. Karayilan li ser berteka hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş a piştî bûyera êrîşa li Mêrsînê jî ku HPGê berpirsiyariya wê qebûl kir, ragihand ku di navbera Demirtaş û HPGê de cudahiya ramanê heye lê nakokî tune ye.
Li gor medyaya nêzîkî PKKê, Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan di hevpeyvînekê de ji kanala KNN re li ser hin mijarên di rojevê de axiviye.
Li ser pirsa ‘piştî çalakiya HPGê ya Mêrsînê hat dîtin ku di navbera Selahattîn Demîrtaş û HPGê de nakokî derketiye. Ev nakokî ye an cudahiya ramanê ye?’ Murat Karayilan got, “Na, ne nakokiyek e. Dibe ku di hin mijaran de nêrînên cuda hebin, lê nakokî tune. Selahattîn Demîrtaş jî keda vê têkoşînê ye, parçeyek ji wê ye. Jixwe ew jî xwe wisa dibîne. Ji ber vê yekê ev civak pir mezin e; Dibe ku cudahiya raman hebin, lê ji bo doza azadî û demokrasiyê dê her tim yekîtî hebe. Ez dikarim bibêjim ku di vê çarçoveyê de ti nakokî tune.”
Karayilan diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê û hêzên opozisyonê yên li wî welatî dixwazin wiha nîşan bidin ku ew nakokî heye û got, “Gelê Kurd dê di vê dema girîng de yekîtiya xwe biparêze, yekîtiya hemû sazî û rêxistinên li Bakurê Kurdistanê pêk bîne, di vê dema girîng de jî wê li gel beşên demokratîk û çep ên Tirkiyeyê îradeya xwe nîşan bide.”
Agirbest ne di rojeva me de ye
Murat Karayilan di vê hevpeyvînê de li ser egera ragihandina agirbesteke yekalî ji aliyê PKKê ve axivî û got, di rojeva wan de agirbest tune ye.
Karayilan amaje bi berdewamiya êrîşên Tirkiyê bo ser PKKê û nebûna ti projeyan bo çareseriya siyasî ya Pirsa Kurd li Tirkiyê kir û têkildarî egera ragihandina agirbestekê got, “Tiştekî welê di rojeva me de tine ye. Li her derê li hemberî gelê me, rêbertiya me û hêzên me êrîş hene. Ji ber vê yekê di rojeva me de agirbest tine ye, lê em çareseriya siyasî dixwazin. Armanca me ev e. Eger bi rastî jî projeyek hebe û di nava vê de cidiyet hebe, em dikarin bifikirin.”
Karayilan ji bo egera agribestê tekez kir ku “divê ji bo vê şert û merc bên afirandin.”
Dixwazin HDPê bê bandor û tasfiye bikin
Di beşeke axaftina xwe de, Murat Karayilan dibêje ku hikûmeta Tirkiyê hewl dide HDPê bê bandor û tasfiye bike û di bin benda hilbijartinan de bihêle.
Karayilan li ser vê yekê got, “Yek ji armanca projeya nû ya hikûmeta AKP-MHP’ê tasfiyekirina HDP’ê ye. Dixwaze di binê bendê de bihêle û qels bike. Weke me got, armanca wê ew e ku Kurdan bê îrade bihêlin. Di nava HDP’ê de hêzên demokratîk jî hene; Ew dostên Kurdan in, dixwazin wan jî qels bikin. Armancên wan ên wiha hene.”
Li ser egera girtina HDPê jî Karayilan got, “Berê gelek partiyên Kurdan girtin, lê Kurdan partiyeke nû ava dikirin. HDP ji van partiyan ya dawî ye. Ger HDPê bigirin belkî yekî nû saz bikin.”
Teqez dê êrîşî Rojava bikin
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan di berdewamiya vê hevpeyvînê de tekez kir, ku Tirkiye dê teqez êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.
Murat Karayilan amaje bi êrîşên Tirkiyê bo ser navçeya Zapê kir û diyar kir, dixwestin bi vî awayî biçin hilbijartinên pêşwext, lê nekarîn. Bi ser neketin, lewma berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Karayilan dibêje, Tirkiyê dê her êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike û sedemên wê yekê wiha nîşan dide: “Dê teqez êrîşî Rojava bikin. Li gorî konjonktûra siyasî bazar û hesaban dikin, lê dixwazin bi şerê li dijî Kurdan biçin hilbijartinê. Erdogan baş dizane; Ger bê şer biçe hilbijartinê bi ser nakeve. Ew dê li dijî Kurdan şer bimeşîne û bibêje ez biserketim. Pêşî ev hesab bi Başûrê Kurdistanê re kir, lê biserneket; vê carê jî dixwaze vî hesabî li ser Rojavayê Kurdistanê bike û bi vî rengî biçe hilbijartinan û desthilatdariya xwe mayînde bike. Ev hikûmet dixwaze li ser tinekirina Kurdan xwe ava bike. Bi vî awayî dixwaze li ser siyaseta Osmaniya Nû serdest bibe. Ji bo vê jî êrîşa wî ya dawî pir bi hilbijartinan ve girêdayî ye.”