Sala 2022ê zêdeyî 20 hezar geştyar hilkişiyan Çiyayê Agiriyê

22-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di sala 2022yan de piraniya wan biyanî ji 20 hezarî zêdetir çiyager hilkişiyan Çiyayê Agiriyê yê li Bakurê Kurdistanê.

Serokê Federasyona Çiyagerên Tirkiyê Ersan Başar ragihand ku Çiyayê Agiriyê di 2022yan de mazûvaniya 20 hezarî zêdetir çiyageran kir.

Ersan Başar diyar kir, li 81 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakiyên çiyageriyê ji aliyê federasyon û kulupan ve têne birêvebirin.

Başar got: “Di xebatên çiyageriyê de Çiyayê Agiriyê tê. Sala 2022ê ji 20 hezar zêdetir çiyager çûne Çiyayê Agiriyê. Ev hejmareke zêde ye û piraniya wan çiyagerên biyanî ne. Çiyagerên biyanî yên ku tên, derdikevin Agirî, Nigde Aladaglar û Çiyayê Erciyesê. Ji ber wê jî pereyên ku xerc dikin ji yê geştyarên din zêdetir in. Xizmeta veguhestin û rêberiyê werdigrin. Amûran dikirin an kirê dikin. Ji ber wê dahata wan zêde ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst