Kerkûk: 4 çekdaran êrîşî xaleke kontrolê ya polîsan kirin û efserek kuştin

22-12-2022
RÛDAW
Nîşan Kerkûk DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Polîsê Kerkûkê ragihand, çar çekdarên nenas li nêzîkî Apartmanên Kobanî yên li başûrê Kerkûkê êrîşî xaleke kontrolê ya polîsên hawarçûnê kirin û di encamê de efserek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Tevger Amir Nûrî îro Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand, çar çekdaran êrîşî xalek polîsên hawarçûnê kirine ku ew guman dikin êrîş ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibe kirin û ew çekdar reviyane.

Ev êrîş hevdem e ligel biryara komîteyeke Wezareta Navxwe ya Iraqê ku roja Yekşemê serdana Kerkûkê bike ji bo gotûbêjkirina radestkirina dosyeya parêzgehê ji bo polîsên xwecihî.

Li gor daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê ku li ser rûpela xwe ya Facebookê, êrîş çekdarî bûye û “efserek hatiye kuştin û 4 polîs jî birîndar bûne.”

Dezgeha propagandaya Wezareta Navxwe ya Iraqê di daxuyaniyekê de red kir ku efserekî wan “şehîd” be û ragihand ku rewş di bin kontrola fermandeya polîsên Kerkûkê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst