Tirkiyê li Kobanî santrala avê topbaran kir: Birîndar hene

22-12-2022
RÛDAW
Nîşan Kobanî Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê santrala avê ya li gundê Şiyûx ê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Artêşa Tirkiyê sentrala avê li gundê Şiyûx li rojavayê Kobanî topbaran kir, di encamê de 3 karmend birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Kobanî hatin birin, her wiha otomobîleke wan jî bi temamî hate şewitandin.

Nasnameyên karmendên ku birîndar bûne, Fadil Bazar ê 49 salî, Bozan Şêx Nebî ê 48 salî û Mislim Hemo yê 55 salî ye.

Ev demek e Tirkiye gefa êrîşa bejahî li Kobanî, Minbic û Til Rifetê dixwe û bi berdewamî gundên rojavayê Kobanî topbaran û bombebaran dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst