Çekdarên Tehrîr El-Şam li Efrînê bi ser malên welatiyan de girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tehrîr El-Şam li gundewarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, bi ser maleke Erebên hawirde de digirin û ziyanê digihînin jinên wê malê.

Zanyariyên xwecihî û vîdeoyeke ji nahyeya Cindirês a ser bi Efrînê diyar dikin ku Hêzên Ewlehiya Giştî yên ser bi Desteya Tehrîr El Şam girtin ser malekê ji Erebên hawirde li wê nahyeyê, bi hinceta gera li kesekî.

Li gorî girtevîdyoyê diyar dike, di wê rewşê de, jinên malekê ji Erebên Hawirde, li ser destên çekdarên ku bi cilûbergên çekdarên Polîsên Leşkerî girtine ser mala wan, rastî ziyan û riswakirinê bûne.

Jinek ji nav malê behsa wê yekê dike ku êrîşkaran deriyê malê şikand û ji nişkêve girtine ser malê û daxwaza radestkirina kesekî xwestî ji wan kir, hevdem wê jinê red kir ku ew bizanibin kî ye ew kesê dihate xwestin.

Li gorî zanyariyên xwecihî, Dezgeha Hêzên Ewlehiya Giştî ya ser bi Desteya Tehrîr Elşam, roja 16yê vê meha Berfanbarê dest bi operasyoneke ewlehî kiribû li nav malên Erebên Hawirde yên ser bi herdu grûpên bi navê Elcebhe Elşamiye û Ceyş El-Islam li derdora navçeya Sîna ya li bajarê Efrînê.

Jineke Ereb a hawirde ya li nahyeya Cindirês a ser bi Efrînê ve anî ziman, “Wan mal serûbinî hev kir, li çi digerin, ez nizanim! Em tenê jin li malê ne, zilam li cem me nînin. Em bi cilûbergên xewê bûn. Min xwest kiras û şerpeya xwe li xwe bikim lê pê re negihîştim. Ji nişka ve derbas bûn, min ew nas nekirin, Şebbîh in, çi ne!! Em nizanin kî bûn! Ne jî em dizanin li çi digerin.”

Jineke din jî got, “Hema min ji nişka ve dît, derî hate hilkirin û tiving di sînga min de ne. Wan ji min re digot, kanî? Kanî? Min ji wan re got, bibêjin kî ye?! Çi heye?!. Her ew dibêjin, li ku derê ye? Bi Xwedayê mezin ez bi tena xwe li malê me. Ne zilam û ne kesek bi min re heye. Ev Îslam e?! Ev berevaniyê di ber Îslamê de dikin?! Ka Îslam, ka?! Ev ne Îslam û ne dadmendî ye.”