Zanîngeha Duhokê doktoraya fexrî da Îsmaîl Beşîkçî

22-12-2022
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Duhokê Îsmaîl Beşîkçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Duhokê îro Pêncşemê di merasîmekê de ji ber xebatên wî yên li ser Kurdan doktoraya fexrî pêşkêşî Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî kir.

Zanîngeha Duhokê îro Pêncşemê 22ê Berfanbara 2022an di salvegera damezrandina xwe de doktoraya fexrî da Civaknas û Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî.

Hat diyarkirin ku Zanîngeha Duhokê ji ber lêkolîn û karên ku li ser doza Kurdan kiriye, doktoraya fexrî-şanaziyê daye Îsmaîl Beşîkçî.

Serokê Zanîngeha Duhokê Dr. Dawûd Silêman Etrûşî li ser dayîna doktoraya fexrî bo Bêşikçî diyar kir ku wî di nava lêkolîn û karên xwe yê akademîk de rexne li reftara dewleta Tirkiyê ya li hemberî gelê Kurd girtiye û li ser vê yekê hatiye girtin û gelek zehmetî dîtine.

Serokê Zanîngeha Duhokê Dr. Dawûd Silêman Etrûşî got ku karên Îsmaîl Beşîkçî yên hişmendiya regezperestiyê ya li hemberî gelê Kurd şermezar kiriye, pirtûkên wî yên ku tê de parastina mafê gelê Kurd kiriye, Kurd di warê civaknasiyê de şîrove kiriye, her wiha bi awayekî zanistî rewşa civakî û jiyana Kurdan li Rojhilata Navîn nirxandiye, pir girîng in.

Di heman merasîmê de peykerê Îsmaîl Beşîkçî jî li Zanîngeha Duhokê hat danîn û doktoraya fexrî hat pêşkêş kir.

Her wiha Parêzgarê Duhokê Elî Teter, siyasetmedar û xwendekar beşdarê merasîma dayîna doktoraya fexrî bûn.

Îsmaîl Beşîkçî kî ye?

Îsmaîl Beşîkçî di sala 1939an de, li bajarê Çorumê, li qeza Îskîlîpê hatiye dinê. Wi di sala 1962an de li kolêja polîtik ya Zanîngeha Enqere xwendina xwe ya zanistiya polîtîk qedand û di sala 1964an de, li Erzeromê, li Zanîngeha Ataturk wek asîstan dest bi kar dike. Beşikci ji aliyê doçentekî bi navê Orhan Turkdogan ji heman fakultê ji ber qaşo propagandaya marksîzmê û herêmiyê hate şikayetkirin. Di sala 1967an da tevlî Xwepêşandanên Rojhilat bû û dûra li ser van xwepêşandanan lêkolînek çêkir ev lêkolîna xwe di bin navê Doğu Anadolu nun Duzeni, Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller (Dezgeha Rojhilata Anatolyayê, Sosyo-aborî û bingeha etnîk) kir pirtûk û di sala 1969an de weşandin. Di sala 1969a de, ji ber çapkirina vê pirtûkê ji zanîngehê tê avêtin. Ji ber pirtûk û dîtinên xwe yên li ser kurdan, piştî darbeya 12ê adara 1971a li dijî Beşîkçî doz hate wekirin û ew hate girtin. Ji sê salî bêtir di girtîgehê de dimîne. Di sala 1979a de, ji ber pirtûk û dîtinên xwe, carek din tê girtin. Beşîkçî di navbera salên 1981 – 1987a de, şeş salan di girtîgehê de dimîne. Piştî ku tê berdan disa bi xebatên li ser Kurdan mijûl dibê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst