Li Mûşê berhemanîna şekir zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Mûş a Bakurê Kurdistanê, bi çandiniya xwe gelekî navdar e. Her li Mûşê rêjeyeke baş a silkê tê çandin. Niha jî demsala berhevkirina silkan e. Silkên ku têne komkirin, dişînin kargehên çêkirina şekir. Di kargeheke çêkirina şekir a Mûşê de îsal ji temamiya 225 hezar tonên silkê 37 hezar û 500 ton şekir hatiye berhemanîn. Cotkarên silkê dibêjin ku îsal berhema wan ji salên berê baştir e. Nêzîkî 300 hezar ton şekir ji silkê parêzgeha Mûşê tê wergirtin.

Ev kargeheke çêkirina şekir e li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê. Deşta Mûşê ku xwedî axeke bi bereket e, salane berhemeke zêde ya çandiniya li vir pincarê şekir e. Li vê kargehê îsal ji 225 hezar ton pincar 37 hezar û 500 ton şekir berhem hatiye.

Rêveberê Berhemanîna Şekir Turgut Kizilkaya got, “Me ev sezon xilas kir, me pêvajoya ji zeviyê bo kargehê ji kargehê kirina şekir, ji şekir kirina telîsan û ji telîsan çûyîna ser sifreyên welatiyan bi dawî kir.”

Li Mûşê demsala berhevkirina pincar berhema silka 30ê Îlonê dest pê kir. Li gorî cotkarên vir dibêjin berhema wan a îsal li gorî par baştir bûye.

Îsal 1200 cotkaran li ser 45 hezar donim zevî silk çandibûn. Niha encama berhema wan derketiye holê. Debara bi sedan welatiyên vê parêzgehê li ser çandiniya pincar e.

Rêveberê Berhemanîna Şekir Turgut Kizilkaya anî ziman, “Dahata berhama cotkaran îsal ji pincar 450 milyon, ji qalikê pincar ku wek êm tê bikaranîn 50 milyon û ji dimsa pincar jî 50 milyon e. Her wiha 700 milyon dahata şekir e. Bi giştî bo dahata îsal em li bendê ne ku bigihêje milyarek û 300 milyonî.”

Ev şekirê bi silkan tê berhemanîn, bi kîsên 50 kîloyî bo her devera Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tên şandin.

Nêzîkî 300 hezar ton pêwîstiya şekir a Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji Deşta Muşê tê berhemanîn.

Ew li bendê ne sala bê rûberê çandina silkan berfirehtir bikin ku berhema şekir zêdetir bibe û dahata navçeyê, bihêztir bibe.