Qers: Ji otomobîleke biçûk 14 koçber derketin

22-12-2022
RÛDAW
Nîşan Qers Koçberên Efxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dîgor a ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, îro 22ê Kanûnê di otombîlekê de 14 koçberên Afganî hatin desteserkirin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Qersê û Fermandariya Cendirmeyan a Dîgorê, îro 22ê Kanûna 2022an li navçeya Dîgorê di kontrola rê de li ser gumanê otombîlek rawestandin. Di pişkinîna nav otombîlê de 14 koçberên Afganî hatin desteserkirin.

Her wiha şofêrê otombîlê jî bi hinceta "qaçaxçitiya koçberan" hat desteserkirin.

Koçber dê piştî karûbarên yasayî bo Îdareya Koçê ya Qersê bên radestkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst