Ew keça Kurd kete nav bîrekê û canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê keçeke Kurd a endazyar ku di projeyekê de dixebitî û ketibû di nav bîreke 15 metreyî de û bi giranî birîndar bûbû, canê xwe ji dest da. Rêvebirê Nexweşxaneya Şar a li Silêmaniyê dibêje, ji ber giraniya birînan wê keça Kurd roja Çarşembê 21ê Kanûnê li canê xwe ji dest da.
Navê wê keçê Nîna Hisên 25 salî û endazyar bû û li bajarê Silêmaniyê di projeyekê de kar dikir. Berî heftiyekê Nîna Hisên dema ku di nav projeyê de mijûlî kar bûye, ketiye nav bîrekê kûr û bi birîndarî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.
Piştî ku nêzîkî heftiyekê li Nexweşxaneya Şar a bajarê Silêmaniyê tê razandin, ji ber giraniya birînan Nîna Hisên duh Çarşembê 21ê Kanûna 2022an canê xwe ji dest daye.
Rêveberê Nexweşxaneya Şar, Dr. Omêd Elî îro Pêncşemê 22ê Kanûnê ji Rûdawê re ragihand, “Destpêkê ew keç anîne nexweşxaneya me, birînên wê giran bûn, ketibû di nav bîrekê de ku 15 metre kûr bûye. Av tê de bûye, tûşî xwînrêjiya mejî bûbû, lingekî wê û hin perasoyên wê jî şikestibûn.”
Rêveberê Nexweşxaneya Şar herwiha diyar kir, xwînrêjiya mejî ya Nînayê wiha nebû ku bi emelyatê bê çareserkirin û tekane çareserî mana wê bû di bin çavdêriya pizîşkî de.
Dr. Omêd Elî got, “Me ji malbata wê re got ku egera mana wê di jiyanê de kêm e û eger jî canê xwe ji dest nede, dibe ku felç bibe. Paşê malbatê ew birin nexweşxaneyeke taybet û li wê derê di bin çavdêriya hûr de bû.”
Nîna Hisên li Zanîngeha Silêmaniyê beşa Endazyariya Avdêriyê xwendibû.
Mistefa Kerîm, xalekî Nînayê derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û got, bûyer berî heftiyekê di nav projeyekê de li bajarê Silêmaniyê çê bû û heft roj bê bê hiş li nexweşxaneyê ketibû.
Xalê Nînayê herwiha got, Nîna di projeyeke kompanyaya Naliya de ketiye nav bîrekê û bi giranî birîndar bûye, paşê ew rakirine Nexweşxaneya Şar, piştre birine Nexweşxaneya Farûq û li wê derê canê xwe ji dest daye.