Rêveberiya Xweser: Ji me tê xwestin dorpêç li ser çargoşeyên ewlehî yên hikûmetê bê sepandin

22-12-2022
Xalid Cemîl Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand  ku tê xwestin ku hêzên Asayişê yên Rêveberiya Xweser dorpêçê li ser çargoşeyên ewlehî yên hikûmetê li Qamişlo û Hesekê, bisepîne.

Ofîsa Ragihandinê ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê ya ser bi Rêveberiya Xweser ragihand ku xelk daxwazê ji Hêzên Ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser dikin, dorpêçeke tund li ser çargoşeyên ewlehî yên hikûmeta Sûriyê, li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê bisepînin.

Li gorî wê ofîsê, ew daxwaz weke guşar û bersivê ye, li ser dorpêça ku hêzên hikûmeta Sûriyê li ser herdu taxên kurdnişîn Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê û li ser navçeya Şehbayê sepandiye.

Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê kir, ev dehemîn heftî ye, hêzên Firqeya Çarem a Artêşa Sûriyê dorpêç li ser wan deveran sepandiye û hêj berdewam e. Eger jî heye di encama wê dorpêçê de, nexweşxane bi sedema nebûna sotemenî, elektrîkê derman û kelûpelên bijîşkî, nikarin kar bikin û bêne rawestandin.

Li beramber vê yekê, heta niha Hêzên Ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser (Asayiş) ti gaveke dorpêçkirinê li ser wan çargoşeyên ewlhiyê yên hikûmetê neavêtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst