Li Colemêrgê jina ducanî bi makîneya kar hat veguhastin

22-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Kaleşkê yê girêdayî navçeya Şemzînanê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jineke ducanî ji ber ku berfê rê girtibû bi makîneya kar bo ambulansê hat veguhastin.

Li gor zanyariyan li gundê Kaleşkê ser bi navçeya Şemzînanê, jina bi navê Nurten Sever ku ducanî bû nexweş dikeve. Kasûkarên Sever tîmên tendirustiyê agahadar dikin û ji wan alîkariyê dixwazin. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî bi ambulansekê hewl dan ber bi wî gundî ve biçin, lê ji ber barîna berfa zêde ambulans di rê de ma û  nikarî biçe nava gund.

Li ser vê yekî tîmên rûbirûbûna berfê ew jina ducanî bi dûriya kîlometreyek û nîvê bi makîneya kar gehandin ambulasê. Hat ragihandin ku Nurten Sever piştî xebata 3 demjimêran a tîmên tendirustiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê hatiye veguhastin û rewşa wê ya tendirustî baş e.

Li Colemêrgê sê roj e barîna berf û pûkê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Li gor daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr, rêyên 247 gund û gundikan ji ber berfê hatine girtin û tîmên peywendîdar bo vekirina rêyan li ser kar û xebatên xwe berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst