Tirkiye: Ji 10ê mehê ve 61 kesan bi alkola sexte canê xwe ji dest dane

22-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 10ê Kanûnê ve û heta îro Çarşembê 22ê Kanûna 2021ê bi giştî 61 kesan ji ber vexwarina alkola sexte canê xwe ji dest dane.

Canjidestdana herî dawî ya ji ber vexwarina alkola sexte îro Çarşembê li parêzgeha Bolu ya Tirkiyê hat tomarkirin.

Li gor wan amarên li nexweşxaneyan hatine tomarkirin, ji 10 mehê ve li 17 parêzgehan hejmara wan kesên bi alkola sexte canê xwe ji dest dane gehiştiye 61 kesan.

Tenê li bajarokê Fatsa yê ser bi parêzgeha Orduyê ve di dema hefteyekê de 6 kesan bi alkola sexte canê xwe ji dest dane.

Li aliyekê din, operasyonên li dijî çêkirina alkola sexte li parêzgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam in û vê sibê Çarşembê li Dîloka Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de hêzên ewlekariyê bi ser çend navnîşanan de girtin.

Di vê operasyonê de hêzên ewlekariyê dest danîn ser 324 lître alkola sexte, 7.5 lître alkola amadekirî, 50 serik û 30 şuşeyan. Herwiha hêzên ewlekariyê 2 kes jî desteser kirin ku li wan cihan bûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst