ÎDIA - Ji ber strana Kurdî leşkeriya xortekî Şirnexî hat dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku xortekî Şirnexî yê niha leşker e, ji ber strandin û belavkirina stranek Kurdî li ser medyaya civakî, leşkeriya wî bo dema 30 rojan hate dirêjkirin.

Xortekî Şirnexê li leşkeriyê ku ev çend roj in bi gotina stranên Kurdî li ser medyaya civakî deng vedaye, lê tê îdiakirin ku derbarî wî de lêpirsîn hatiye kirin.

Derbarî wî kesî de hesabeke Facebookê yê bi navê “Şirnak TV” di parvekirinek xwe de dibêje: “Leşkerî Şirnexê yê bi stranên Kurdî, di medyaya civakî de bûye fenomen, derbarî wî de lêpirsîn hate kirin û leşkeriya wî bo dema 30 rojan hate dirêjkirin.

Ew leşkerê ku navê wî nehate zanîn, di vîdeoyekê de strana hunermendê ji bajarê Serê Kaniyê Mehmûd Berazî ya bi navê “Nazê Nergîza Hewşê” bi şêweya xwe dibêje.

Herwiha ew kes di vîdeoyeke din de jî strana gelerî ya bi navê “Werxan Xana Min” dibêje.