Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê îro derbarê Demirtaş de biryarê dide

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê îro derbarê dosyeya Selahattin Demirtaş, hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de biryar dide.

Selahattin Demirtaş di çarçoveya "lêpirsîna terorê" de, ji roja 4ê Mijdara 2016an ve hatiye girtin û zêdetirî 4 salan e ku di girtîgehê de ye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêştir di 20ê Mijdara 2018an de biryara azadkirina Demirtaş daye, lê belê dadgeha Tirkiyê roja 4ê Kanûna heman salê di dosyeyeke din de bi tometa "propagandaya ji bo PKKê", biryara zindanîkirinê bo Demirtaş derxist û bi vê yekê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Demirtaş nehat cîbicîkirin.

Mahsunî Karaman, parêzerê Demirtaş ragihand, ew çaverê ne îro Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke tund li ser vê dosyeyê bide û Tirkiyê pabend bike bi cîbicîkirina biryara azadkirina Selahattin Demirtaş.

Demirtaş tevî ku di zindanê de ye jî, bi awayekê berdewam desthilata AK Partiyê rexne dike û di vê baweriyê de ye, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di siyaseta navxwe û derve de tengav bûye û baca têkbirina proseya çareseriya pirs Kurd dide. Demirtaş çendîn caran ragihandiye, hikûmeta AK Partiyê roleke mezin hebûye di têkbirina proseyê de.

Demirtaş destpêka meha Şibata îsal, di rojnameya Yeni Yaşam a Tirkiyê de kuncikek wergirt û her heftiyê gotarekê belav dike. Di dawiya sala bihorî de jî dest bi kêşana karîkatoran bo kovara Leman kir, ku kovareke heftane ya henekan û navdar li Tirkiyê ye.

Di destpêka îsal de, xelata Demorkasî, mafê mirov, aştî û hevsozî ji aliyê Weqfa Demokrasiya Civakî ve pêşkêşî Demirtaş hat kirin. Ew xelat ji sala 2001an ve ji aliyê Weqfa Demokrasiya Civakî ve bi wan kesan tê dayîn, ku di warê aştî û mafê mirov de xwedî rol bin.

Demirtaş heta niha di zindanê de sê pirtûk bi navnîşanên Leylan, Dewran û Seher nivîsandine û çap kirine, herwiha hin wêne jî kişandine, ku bi rêya torên civakî belav kirine.

Heta niha çend caran daxwaza azadkirina Selahattin Demirtaş hatiye kirin. Li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, diviyabû Demirtaş bê azadkirin, lê belê tevî ku ew biryar hene û tevî rewşa tendirustiya wî û metirsiya pandemiya Coronayê ku metirsiya li ser jiyana wî di anva zindanê de zêdetir kiriye, Demirtaş hêj nehatiye berdan.