Li Cizîrê keriyê pez bû sedema bûyera trafîkê

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê li ser rêya navdewletî dema keriyê pez di ser cadeyê re derbasî aliyê din dibû, bû sedem ku çend otomobîl lihev bikevin. Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn û 30 mî jî mirar bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li Taxa Yafesê ya Cizîrê ser rêya navdewletî dema Behiye Gok û miyên xwe dixwestin derbasî aliyê din bibin, otomobîla bi şofêrtiya Selim Kalkan ku ji aliyê Silopiyê ber Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ve diçû ji ber tarîk bû da nav keriyê pez û piştre li astengên qeraxa rê da.

Dema mî bi ser cadeyê de direviyan kamyonetekê li wan da. Di bûyerê de Şivana miyan Behiye Gok, şofêrê otomobîlê Selîm Kalkan û zarokekî biçûk ku di nav kamyonetê de bû birîndar bûn. 

Birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatin veguhestin. Miyên mirar jî ji ser rê hatin rakirin.

Di demekê de ku polîsên trafîkê tedbîr werdigirtin, kamyoneteke din rawestiya. Di vê navberê de otomobîleke din ku 4 kes di nav de bûn, dema hewl da li kamyonetê nede, li astengên qeraxa rê da. Lê zerar negehişte kesên di nav otomobîlê de.