Qamişlo (Rûdaw) - Bi sedema şer bi sedan malbatên Eyn Îsa derbider bûne û mal û milkên xwe bicîh dihêlin.
Bi sedema topbarana artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê bi dehan gundên herêma Eyn Îsayê vala bûne.
Malbata Şêrîn Mihemed a 40 salî ku diya sê zarokan e û xelka Eyn Îsayê ye, bi 2 malbatên din re ji ber şer reviyane û li gundê Mişahidê yê li başûrê Eyn Îsayê bicî bûne. Şîrîn û malbata xwe, di malekê de weke mêvan dimînin, dibêjin jiyana di mala xelkê de gelekî zehmet û nexweş e.
Koçber Şêrîn Osman Mihemed got: “Jiyan gelek zehmet e, em ji ber şer reviyan û hatin vir. Em ji neçarî hatin vir, pir zehmete cih û warê mirov tune be û di malên xelkê de be. Niha em dixwazin zarokên me , biçin dibistanê û bixwînin, lê dibistan tune ne, kurê min her roj daxwaza çûna dibistanê dike lê tune ye, niha ya herî girîng zarokê min fêr bibin li colê be yan li bajar be, li Eyn Îsa be yan jî li kuderê be.”
Êrîşên artêşa Tirkiyê û grûoên çekdar ên ser bi wê ve, bûne sedem ku xizmetguzarî jî ji bo gundên derdorê raweste.
Koçber Moro Mihemed Moro jî got: “Em sê malbatên hejmara me 20 kes in, rojane tenê saetekê yan du saetan elektirîk tê yan nayê. Sê hewş û du dukanên me hene ku niha nirxê wan 100 hezar dolar in. Em çend rojan man, lê me dît jiyan wiha derbas nabe, me jî dest ji Eyn Îsayê berda û em hatin gundê qubleyê Eyn Îsayê. Dema çekdar bên jiyana me zehmet dibe ji ber ku em Kurd in.”
Hejmara welatiyên nişteciyên Eyn Îsayê ku li navenda bajêr diman bi 10 hezar kesî tê texmînkirin, lê niha piraniya wan bar kirine.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji roja 18 vê mehê ve dest bi êrîşeke berfireh bo ser herdû gundê Cehbel û Muşêrfê kirin û di encamê de hejmareke xelkê wan gundan koçber bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse