Rewşa koçberên Kampa Waşokanî xerab e

22-12-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Kampa Waşokanî li Hesekê
Kampa Waşokanî li Hesekê
Nîşan Kampa Waşokanî Serê Kaniyê Heseke Rojavayê Kurdistanê Kurd Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Heseke (Rûdaw) - Li kampê Heyva Sora Kurdî  bi hevkariya Weqfa Xêrxwazî ya Barzanî, alîkariya koçberan dike.

Derfet lawaz in, hîn jî elektirîk li wê kampê tine ye, lê Rêveberiya Xweser soza daye ku ew ê di demeke nêzîk de elektirîkê bidin wê kampê.

Hemwelatiyê bi navê Xidir Îbrahîm 60 salên temenê xwe li Serê Kaniyê derbas kirine, ew hosta bû û hejmareke mezin ji xaniyên wî bajarî yê ku niha çekdarên tundrew tê de runiştîne, bi destên xwe ava kirine.

Xidir Îbrahîm dibêje, “Jiyana di nava konan de, pir zehmet e, cî û war pir şêrîn e, ma kes heye dixwaze ji mala xwe derkeve û bikeve konan de.”

Xidir bi 5 hezar penaberên din ên xelkê Serê Saniyê li kampa Waşokanî li Hesekê dimîne, ti rêxistineke navdewletî ji bo pêşkêşkirina alîkariyan derbasî kampê nebûye, rêveberiya kampê dibêje desteya enerjiyê ya Rêveberiya Xweser, erkê dabînkirina karebayê li stûyê xwe girtiye û biryare li ser du qonaxan bibe.

Hevseroka Meclîsa Kampê, Selwa Salih dibêje, “Desteya Elektîrîkê ya Rêveberiya Xweser, xist ser milê xwe, niha stûn danîne, beşek ji karebayê ji bo destşûran bûn, em bêjin ev gava yekem e, piştre wê li konan jî peyda bibe weke gava duyem.

Waşokanî ku navê şaristaniya deverê bû, niha kampeke koçberên xelkê heman şaristaniyê ye ku hejmara wan digihije 930 malbatan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst