Reseniya Perestgeha Lalişê lê tê vegerandin
Laliş (Rûdaw) - Nûjenkirina Perestgeha Lalişê dest pê kiriye. Amerîka nîv milyon dolar ji bo nûjenkirina wê Perestgehê terxan kiriye. Pere jî li gorî rêkeftineke navbera Zanîngeha Pensîlvanya û Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî tê xerckirin.
Çendîn caran bi şêweyekî nezanistî ew perestgeh hatiye nûjenkirin, niha di nûjenkirina vê carê de, wê rûyê kevnar yê Lalişê bihê çêkirin û diyarkirin, nûjenkirinên 50 salên derbasbûyî ku rûyê rasteqîn yêLalişê têkdane, wê bêne rakirin.
Hikûmeta Amerîkayê nîv mîlyon dolar bo nûjenkirina perestgeha Laliş terxan kiriye û dest bi kar jî hatiye kirin di nav perestgehê de, ew pere bi rêya Zanîngeha Pensîlvanyayê tê mezaxtin, li gorî yadaşteke li hev têgihştinê di navbera wê Zanîngeya Pensîlvanya û Civata Rûhanî ya Êzidiyan, xala girîng ew e ku sîmaya Lalişê ya kevnare bê diyarkirin û herwiha ew nûjenkirinên di 50 salên derbasbûyî de bên rakirin.
Yekem car e hikûmeta Amerîkayê beşek ji Perestgeha Lalişê nûjen dike û 500 hezar dolar hatine terxankirin bi rêya Zanîngeha Pensîlvanyayê û dê bo maweyê salekê kar tê de bê kirin bi rêya kesên şareza yên Kurdên Êzidî bi serpeştiya sê endezyarên Kurd bi hevkariya li gel stafekê Amerîkî.
Serederê Lalişê Baba Çawiş derbarê nûjenkirina Perestgeha Lalişê dibêje, “Em dê vî helanî rakin ku ev kevirê kevin yê hezar salî diyar be, ji ber ku ne weke yek in, kevir bi heybettir e û baştire bo cihê pîroz. Em dixwazin kevnariya wê diyar be ji ber ku xelk zêdetir ji kevnariyê hez dikin.”
Li gor yadaşta hatiye îmzekirin di navbera Zanîngeha Pensîlvanya û Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî, kar li ser pênc cihan tê kirin; rakirina kerestên li ser dîwaran, nûjenkirina cihên ziyandîtî, rakirina kerestên serdem li ser erdê û guherîna wan bi keviran û çend nûjenkirinên din.
Kesên şareza yên şûnwarnas ji Zanîngeha Pensîlvanyayê bi serpereştiya Civata Rûhanî, endezyarên Êzidî û kesayetên xizmetkarên Êzidî tê de kar dikin.
Li gor mîtolojiya Êzdayetiyê, Lalişî hêvînê erdê ye û yekem cih e ku jiyan li ser peyda bûye.