Kongreya YNKê li Silêmaniyê berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) – Di roja duyem ya kongreya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de, endamên Encûmena Giştî ya Serkirdayetiyê wê bêne hilbijartin.

Roja yekem ya kongreyê de, Kosret Resol weke Serokê Encûmena Bilind ya Siyasî ya YNKê hate hilbijartin û 3 kesên ku di hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de postên bilind hene jî weke endamên Encûmena Serkirdatiyê hatin destnîşankirin, ku ew jî Serkkoamrê Îraqê, Berhem Salih, Seroka Parlimana Kurdistanê, Rêwas Fayeq û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî ne.

Roja duyem a Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê birêve diçe û têde endamên Encûmena Giştî ya Serkirdayetiyê tên hilbijartin.

Duh di roja yekem a kongreyê de sê endam bo heman encûmenê hatin hilbijartin ku di postên bilind ên Iraq û Herêma Kurdistanê de ne û ew jî:

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq  û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî .

Li gor reşnivîsa peyrewa navxwe ya YNKê, Encûmena Giştî ya Serkirdayetiyê ji 121 endaman pêk tên, li ser prensîbê dengên hilbijartina sala 2014ê ya Parlamentoya Iraqê bi ser parêzgehan de tên dabeşkirin, piştre encûmen serok, cîgir û alîkaran bo encûmenê hildibijêrin, paşê jî sekreter an serokê hizbê hildibijêrin.

Ligel hilbijartina sê endaman bo Encûmena Giştî ya Serkirdayetî doh di yekem roja kongreyê de Kosret Resûl wek Serokê Encûmena Bilind a Siyasî ya YNKê hat hilbijartin. Berdevkê Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Yasîn Resûl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, îro endamên Encûmena Giştî ya Serkirdayetiya YNKê tên hilbijartin û piştre kar li ser pesendkirina reşnivîsa peyrewa navxwe ya YNKê dikin daku were pesendkirin.

Berdevkê Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê behsa wê yekê kir ku di kongreyê de tenê Kosret Resûl wek Serokê Encûmena Bilind a Siyasî hat hilbijartin û desthilata diyarkirina endamên Encûmena jî pê hatiye rasipardin.

Kongreya 4em a YNKê duh Şemiyê destpê kir û biryar e sibe Duşemê bidawî bibe, piştre wate piştî kongreyê navend û desteyên din ji aliyê Encûmena Giştî ya Serkirdayetî û Encûmena Siyasî ve tên hilbijartin.