Hêzên Hevpeyman Çiyayê Qereçûxê topbaran dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê Qezaya Mexmûrê Rizgar Mihemed ragihand ku çend roj e Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Çiyayê Qereçûxê topbaran dikin û got: "Top ji nav qezayê bo çiyê tên avêtin."

 

Rizgar Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku 3 roj e hêzeke Hevpeymanan Çiyayê Qerçoxê topbaran dike û got: "Li wî çiyayî paşmayên çekdarên DAIŞê hene, lewma car caran ji aliyê Hêzên Hevpeymanan ve tê topbarankirin. Sê roj dibe ew topbaran heye."

 

Qaymeqamê Qezaya Mexmûr behsa wê yekê jî kir ku top ji nav qezayê bo çiyê têne avêtin û got: "Li çiyê, armanc ji aliyê polîsên federal ve tên diyarkirin û piştre Hevpeymanî wan topbaran dikin."

 

Qezaya Mexmûr ser bi parêzgeha Neynewa ye û dikeve sînorê maddeya 140ê û Çiyayê Qereçûx jî nêzîkê 3 kîlometreyan dûrî qezayê ye.