Galeriya wêneyan

22-12-2018
25 Photos
Mihemed Şivanî

Hewlêr (Rûdaw) - Îro serê sibehê termê rewşenbîrê Kurd Prof. Dr. Cemal Nebez gihişte Hewlêrê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parêzgarê Hewlêrê, malbata wî û beşek ji nivîskar û rewşenbîr û hunermendan ve bi merasîmekê hat pêşwazîkirin û ber bi Silêmaniyê hat birêkirin.

Herwiha Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, çepkegula rêzgirtinê li ser termê Prof. Dr. Cemal Nebez danî.

Roja 8ê Kanûna îsal nivîskar û bîrmendê navdarê Kurd, Professor Dr. Cemal Nebez di temenê 85 saliyê de li Berlîn a paytexta Almanyayê koça dawî kiribû.