Hevjîna Dr. Cemal Nebez: Hêviya wî ew bû ku vegere Kurdistaneke serbixwe

Hewlêr (Rûdaw) – Îro serê sibehê termê rewşenbîrê Kurd Prof. Dr. Cemal Nebez gihişte Hewlêrê û li balafirxaneyê hat pêşwazîkirin. Hevjîna Prof. Dr. Cemal Nebez diyar kir ku hêviya mamoste Cemal Nebez ew bû ku vegere Kurdistaneke serbixwe û azad.

 

Hevjîna Dr. Cemal Nebez, Henelore Kiwîşler li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê got: “Îro ji bo me hemûyan rojeke xembar e. Hêviya Mamoste Cemal Nebez ew bû ku vegere Kurdistaneke serbixwe û azad, lê mixabin heta niha hêviya mamoste bi cih nehatiye.”

 

Henelore Kiwîşler destnîşan kir: “Cihê kêfxweşiyê ye ku mamoste, (hezkiriyê hemû aliyan) bêyî guhdana ti baweriyeke siyasî, hemû Kurd li hemû aliyên Kurdistanê dema mamoste dibînin, li ber xebatên wî serê xwe ditewînin.”

 

Kiwîşler behsa 4 hevalên Prof. Dr. Cemal Nebez kir ku di anîna termê wî de beşdar bûn û got: “Em 5 kes ji Berlînê li gel wî hatin, ez û çar hevalên mamoste ku her yek ji wan ji çar parçeyên Kurdistanê hatine, Hoşeng Sebrî ji Rojavayê Kurdistanê, hevalê nêzîk ê mamoste Ebdullah Kurdpûr  ji Rojhilatê Kurdistanê, hevalê mamoste Usman Tofîq ji Başûrê Kurdistanê û Husên Taşan ji Bakurê Kurdistanê bi navê nûneriya Kurdan li Berlînê ku bi rêya mamoste fêrî zimanê Kurdî bûye.”

 

Roja 8ê Kanûna îsal nivîskar û bîrmendê navdarê Kurd, Professor Dr. Cemal Nebez di temenê 85 saliyê de li Berlîn a paytexta Almanyayê koça dawî kiribû.