Termê Prof. Dr. Cemal Nebez gihişte Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) – Îro şemiyê danê sibehê di saet 06:00an de termê Prof. Dr. Cemal Nebez gihişte Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

 

Peyamnêrê Rûdawê Hadî Selîmî ji Hewlêrê ragihand ku serê sibehê di saet 08:00an de bi awayekî fermî termê Profesor Dr. Cemal Nebez hat pêşwazîkirin, ku Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî li Balafirxaneya Hewlêrê amade ye ji bo pêşwazîkirina termê wî û birêvekirina ber bi Silêmaniyê daku li wir were veşartin.


08:30 Hevjîna Dr. Cemal Nebez: Hêviya wî ew bû ku vegere Kurdistaneke serbixwe

 


Hevjîna Dr. Cemal Nebez, Henelore Kiwîşler li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê got: “Îro ji bo me hemûyan rojeke xembar e. Hêviya Mamoste Cemal Nebez ew bû ku vegere Kurdistaneke serbixwe û azad, lê mixabin heta niha hêviya mamoste bi cih nehatiye.”

 

Henelore Kiwîşler destnîşan kir: “Cihê kêfxweşiyê ye ku mamoste, (hezkiriyê hemû aliyan) bêyî guhdana ti baweriyeke siyasî, hemû Kurd li hemû aliyên Kurdistanê dema mamoste dibînin, li ber xebatên wî serê xwe ditewînin.”

 

Kiwîşler behsa 4 hevalên Prof. Dr. Cemal Nebez kir ku di anîna termê wî de beşdar bûn û got: “Em 5 kes ji Berlînê li gel wî hatin, ez û çar hevalên mamoste ku her yek ji wan ji çar parçeyên Kurdistanê hatine, Hoşeng Sebrî ji Rojavayê Kurdistanê, hevalê nêzîk ê mamoste Ebdullah Kurdpûr  ji Rojhilatê Kurdistanê, hevalê mamoste Usman Tofîq ji Başûrê Kurdistanê û Husên Taşan ji Bakurê Kurdistanê bi navê nûneriya Kurdan li Berlînê ku bi rêya mamoste fêrî zimanê Kurdî bûye.”



08:10 Newzad Hadî: Mamoste Cemal Nebez hemû jiyana xwe ji bo niştimanê terxan kir


 

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ragihand: “Îro weke parêzgarê Hewlêrê li gel malbata merhûm Mamoste Cemal Nebez, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pêşwaziya rewşenbîrê mezin û nivîskarê Kurd Mamoste Cemal Nebez dikin.” Herwiha diyar kir: “Her çiqas dûr bû jî, hemû jiyana xwe ji bo niştiman terxan kiribû.”

 

08:00 Zîrek Kemal: Berhemên Dr. Cemal Nebez dê bibin çavkaniya perwerdeya neteweyekê


 

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Rewşenbîrî Zîrek Kemal di merasîma pêşwaziyê de diyar kir: “Bawer bikin, berhem û nivîsên Mamoste Cemal Nebez, hemû wan dahênanên ku di warê ziman û wêjeyê de kirine, dê heta hetayê bi awayekî nemir bimîne û dê bibin çavkaniya perwerdeya neteweyekê.”


Profesor Dr. Cemal Nebez kî ye?

 

Sala 1933an li Silêmaniyê ji dayik bûye

Li zanîngeha Bexda Fizîk û Matematîk xwendiye

Li bajarê Hewlêr, Kerkûk, Bexda û Basre ders dane

Yek ji damezrênerên KJK ye

Di sala 1962an de ji bo temamkirina xwendinê çûye Ewropayê

Yek ji damezrênerên Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurdistanê ye

Li Zanîngeha Berlinê zanistên siyasî û rojnamevanî xwendiye

Xwedî çend pirtûk û lêkolînên fikrî û siyasî ye