Avahiyên li ser çiyayê Kirklarê têne xerakirin

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Sûrê ya Amedê li çiyayê Kirklarê, avahiyên ku 6 sal berê dest bi çêkirina 725 xaniyan hatibû kirin, têne xerakirin.

 

Hat ragihandin, avahiyên ku bûbûn sedema nîqaşê û bi biryara dadgehê çêkirina wan hatibû sekinandin, hefteya derbasbûyî Şaredariya Mezin a Amedê ji bo jiholêrakirina wan, erkê xerakirinê da şîrketekê û ew şîrket ji bo xerakirinê amadekariyên xwe dike.

 

Li ser mafê welatiyên ku ji wan avahiyan xanî kirîne û tapoyên wan hene, hêj ti zanyariyek tine ye û hat diyarkirin, ku rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çend rojên dahatû de dê daxuyaniyek bidin.

 

Şaredariya Sûrê beriya niha biryar dabû ku li çiyayê Kirklarê avahî werin çêkirin û ji ber vê yekê li ser 370 donim erd dest bi çêkirina avahiyan hatibû kirin û piştre dadgehê biryar dabû ku çêkirina avahiyan were rawestandin.

 

Hêjayî gotinê ye ku ji bo avahiyan ji televîzyonan re reklam hatibû dayîn û dihate gotin ku gelek kesayet ji vê projeyê xanî standine û di nav wan de siyasetmedar jî hene.

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan