Talebanî: Ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê hewldan hene

22-12-2017
RÛDAW
Rêbwar Talebanî nameyek ji Heyder Ebadî re şandiye
Rêbwar Talebanî nameyek ji Heyder Ebadî re şandiye
Nîşan Kerkûk Rêbwar Talebanî Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, rewşa ewlehî, rêveberî, siyasî û civakî ya Kerkûk û çend bajar û bajarokên ser bi wê parêzgehê nearam e. Rêbwar Talebanî jî diyar dike, ku hewldanek heye ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê.

 

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Encumena Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal destnîşan kir: “Em hatine awarekirin û xelkê me aware bûne. Heta ku xelkê me venegere û em baregeha xwe ya Kerkûk venekin, em amade nînin ku tenê berpirsên me biçin, divê rewşa Kerkûkê yasayî û asayî bibe, çimku niha sîstema Kerkûkê leşkerî ye.”

 

Mihemed Kemal herwiha aşkere kir, ku bêyî vegera Kurdên awarebûyî, encama hilbijartinan li Kerkûkê dê nehevseng bibe.

 

Li ser rewşa Kerkûkê, Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî nameyek ji Serokwezîrê Iraqê re daye û got: “Min di nameya xwe de ji Bexdayê daxwaz kiriye, ku ev rewşa leşkerkirina Kerkûkê nemîne û ji aliyê Bexdayê jî pêwendî li gel me tê kirin û herwiha ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê hewldanek heye.”

 

Rêbwar Talebanî amaje bi wê yekê jî kir, ku hêj rewşa Kerkûkê asayî nebûye û got: “Ne diyar e gelo dê hilbijartinên Encumena Parêzgehê dê were kirin an na.” Herwiha got: “Roja sêşemê ezê serperiştiya civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê bikim.”

 

Niha li parêzgeha Kerkûkê postê parêzgariyê di destê Kurdan de nîne. Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê yê ji YNKê Azad Cebarî diyar kir: “Parêzgarê bi wekalet hemû desthilatan ji xwe re korix kirine.”

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst