14 Photos
Merîwan (Rûdaw) – Bi hatina demsala zivistanê û barîna rêjeyeke zêde ya berfî li bajar û deverên derora bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, festîvala bûkên berfîn li Merîwanê birêve çû.
Di vê festîvalê de, welatiyên Merîwanê, ji jin, zarok, keç, kur û zilaman beşdar bûn û ji berfê bûk û peykerên cor bi cor çê kirin.
Bajarê Merîwanê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye.