Serokê Senato ya Îtalya serdana Başûrê Kurdistanê kir

22-12-2015
RÛDAW
Nîşan Îtalya Senato Pietro Grasso Kurdistan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Encumena Senato ya Îtalyayê Pietro Grasso serdnaa Başûrê Kurdistanê kir û ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

 

Îro saet 19:00 li gor dema Hewlêrê, Serokê Encumena Senato ya Îtalya Pietro Grasso bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Başûrê Kurdistanê û li balafrixaneyê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wî kir.

 

Pietro Grasso dê di vê serdana xwe de bi berpirsên pilebilind ên Başûrê Kurdistanê bicive û li gor agahiyên dê şerê li dijî DAIŞê û pêşhatên herêmê ji giringtirîn mijarên hevdîtinên wî û berpirsên Kurdistanê bin.

 

Herwiha yek ji armancên din ên serdana Grasso bo Başûrê Kurdistanê vekirina konsulxaneya Îtalya li Hewlêr a paytext e.

 

Îtalya pêştir ofîsek nûneratiyê li Hewlêrê hebû û biryar dabû ku asta nûneratiya xwe bo konsulxaneyê bilin bike.

 

Pietro Grasso kî ye?


Di sala 1945ê ji dayik bûye. Wek siyasetvanekî ku li dijî Mafiyayê dixebe, tê naskirin. Di heyama 4 salan de 1 hezar 779 dosya li ser Mafiyayê vekirine.

 

Di sala 2991ê de bûye Şêwirmendê Beşa Tawanan a Wezareta Dadê ya Îtalya. Di sala 2000ê de wek Alîakrê Daxwazkarê Giştî hatiye destnîşankirin. Sala 2005ê bûye Daxwazkarê Giştî yê Îtalya bo pirsa dosyayê taybet bi mafiyayê.

 

Cezayê girtîgeha yê heta hetayê ji 19 kes û berpirsên Mafiyayê re birriye. Di meha Gulan a 2013ê de bû Serokê Encumena Senato ya Îtalyayê. Di 14ê Çile ya sala 2015ê de wek Serokê Demkî yê Îtalya hat destnîşankirin û bo heyama 20 rojan karê serokatiya wî welatî birêve bir.

 

Di 3ê Sibat a 2015ê de kursiyê seroaktiyê, radestî Serokê Nû yê Îtalya kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst