Asayişa Kantona Cizîrê destpêkê înkar kir, paşê mukir hat!

22-12-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Qamişlo (Rûdaw) – Derket holê ku ew xortê kurd ê Rojavayê Kurdistanê, yê ku çend roj berê li bajarê Dêrbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hatibû revandin, ji aliyê hêzên Asayişa Kantona Cizîrê ve hatiye girtin.

Roja 18ê vê mehê, xortê kurd ê bi navê Kamîran Hisên Sîno, dema ji gundê Herem Reşê yê Dirbêsiyê diçû Dirbêsiyê, di rê de ji aliyê komek çekdar ve hatibû revandin.

Heta duh danê sibê jî hêzên YPG û Asayişa Dirbêsiyê digotin ew xort ji aliyê hêzên me ve nehatiye girtin lê piştî ku nûçeya revandina wî ji aliyê Rûdawê ve hat belavkirin, hêzên Asayişê duh danê êvarê ji malbata wî re gotibûn ku Kamîran li ba wan girtî ye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, beriya ku Kamîran Hisên were girtin, YPGê bi telefonê gef lê xwaribû.

Hat zanîn ku Kamîran Hisên Sîno, ku nexweş e jî, li Başûrê Kurdistanê kar dikir û ji bo dîtina malbata xwe çûbû Rojavayê Kurdistanê, her wiha çend kes ji malbata wî li Başûrê Kurdistanê pêşmergetiyê dikin û di nav hêzên Pêşmerge yên Rojavayê Kurdistanê de ne.

Bajarê Dirbêsiyê girêdayî bajarê Qamişlo ye ku dikeve nav sînorê Kantona Cizîrê ya rêveberiya xweser.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst