Tîma Rûdawê piştî 5 saetan hat berdan: Rê jî vebû
Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Rûdawê ya ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îraqê ve hatibûn desteserkirin piştî nêzîkî 5 saetan hat berdan.
Nûçegihan Bextyar Qadir û Wênegir Îbrahîm Ednan saet 11:00an li navçeya Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê polîsên Îraqê ve hatibûn desteserkirin.
Polîsan kamera û mîkrofon jî ji wan standibûn û gotibû ku dê wan bişînin Mûsilê.
Îro danê sibehê li xala kontrolê ya Mexmûrê, ji bo welatiyên astengî hatibûn derxistin û rê nedihat dayîn ku xelk çûn û hatinê bike.
Nûçegihanê Rûdawê li nêzîkî xala kontrolê li ser rewşa xelkê weşan dikir.
Nûçegihanê Rûdawê li nêzîkî xala kontrolê bi welatiyên ku dixwestin biçin Mexmûrê re hevdîtin dikir.
Hêzên artêşa Îraqê rê nedidan welatî di navbera Hewlêr û Mexmûrê de çûnûhatinê bikin.
Welatiyekî ji Rûdawê re diyar kir ku doh ji me re hat gotin ku çûn û hatin dê sibê asayî bibe.
Ew dixwaze here ser zeviyên xwe lê hêzên ewlehiyê yên Îraqê destûrê nadin wî.
Welatiyekî din ê bavê wî li nexweşxaneyê ku dixwaze here dîtina bavê xwe jî wiha got:
“Bavê min li nexweşxaneyê ye. Min belgeya nexweşxaneyê nîşanî wan da lê hêzên ewlehiyê razî nabin.”
Piştî nûçeya Rûdawê, xala kontrolê bi awayekî demkî ji çûnûhatinê re hat vekirin û rê hat dayîn ku hinek welatî derbas bibin.