Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê û navçeya wê ya Pilûrê hatin kirin.
Polîsan piştî biryarê Şaredariya Dêrsimê dorpêç kir.
Xelkê Dêrsimê li dijî biryarê rabû ser pêyan û hewl da bikevin avahiya şaredariyê.
Welatiyekî Ii ser tayînkirina qeyûm got:
“Niha şaredarî û îradeya gelê Dêrsimê dagir dikin. Em radest nabin.
Em dê têkoşînê bidin, yê ku têkoşînê neke ne neviyê Seyîd Riza ye.”
Hevserokê Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyê Cevdet Konak û Serokê Şaredariya CHPyê ya Pilûrê di dozekê de bi hinceta “endamtiya PKKyê” bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber wî cezayî serokên her du şaredariyan ji erk hatine dûrxistin.
Parêzgarê Dêrsimê û Qaymeqamê Pilûrê li şûna wan wekî qeyûm hatine tayînkirin.
Cevdet Konak ku bi rêjeya ji sedî 40,2yê dengên Dêrsimiyan hatiye hilbijartin piştî biryarê ji Rûdawê re axivî.
“Dagirkerî ye”
Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak got:
“Jixwe sînyalên vî tiştê ku hûn dibînin 20ê mehê da.
Ev tiştê ku niha hûn dibînin wêneyê faşîzmê ye, wêneyê nijadperestî û dagirkeriyê ye û wê rojê xwe li Dêrsimê nîşan dabû.
Rûniştineke dozê ya ku hatiye bilezkirin hebû û ji endamtiya rêxistinê 6 sal û 3 meh ceza da me.
Mafê me yê yasayî û mafê îstinafê heye û mafê me heye em dozê bibin dadgeheke bilindtir.”
Piştre li pêşiya şaredariyê di navbera xelkê Dêrsimê û polîsan de alozî derket.
Polîsan bi gaza rondikrêj, ava şid û guleyên plastîk êrişî xelkê kir.
Kolanên Dêrsimê di demeke kurt de bûn qada şer.
Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhanê jî anî ziman:
“Ev zeftkirina gel e. Zilmeke ku li dijî xelkê Dêrsimê hatiye kirin.
Em vê zilmê gelekî baş dizanin lê me wê rojê jî got em canê xwe jî bidin serî li hemberî van dagirkeran natewînin.
Dagirker dikarin şaredariyê bistînin lê nikarin îradeya me bistînin.”
Tevî Dêrsim û Pilûrê ji hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara îsal ve bi giştî qeyûm tayînî 6 şaredariyên Bakurê Kurdistanê hatin kirin ku 5 ji wan ên DEM Partiyê ne û ya din jî ya CHPyê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse