DÊRSIM - DEM Partiyê li ser tayînkirina qeyûman daxuyanî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Pilûr Qeyûm DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partî li ser tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Dêrsim û Pilûrê got, “Desthilat gav bi gav îradeya xelkê ji holê radike.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê kirin.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi daxuyaniyekê nerazîbûn li dijî tayînkirina qeyûman a li ser Şaredariya Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê û navçeya wê ya Pilûrê nîşan da.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) got:

“Desthilat gav bi gav îradeya xelkê ji holê radike.

Di encama biryarên siyasî yên ku bi destê darazê hatine dayîn îro şaredariyên Dêrsim û Pilûrê jî hatin zeftkirin.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku Hevserokê Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyê Cevdet Konak di dozekê de bi tohmeta “endamtiya PKK/KCKyê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê standiye û ew ji ber wê ji erkê xwe hatiye dûrxistin.

Li şûna Cevdet Konak, Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu wekî qeyûm hat tayînkirin.

Wezaretê her wiha ragihand ku bi heman awayî Serokê Şaredariya navçeya Pilûrê ya Dersimê ya CHPyê Mustafa Sarigul jî di heman dozê de bi tohmeta “endamtiya "PKK/KCKyê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê standiye û ew jî ji ber wî cezayî ji erkê xwe hatiye dûrxistin.

Li şûna Mustafa Sarigul, Qaymeqamê Pilûrê Huseyîn Şamîl wekî qeyûm hat tayînkirin.

Biryar bû sedema nerazîbûna DEM Partiyê û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de peyamak belav kir û karvedan nîşan da.

“Hûn gelekî şaş in”

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de her wiha got:

“Desthilat gav bi gav îradeya xelkê ji holê radike.

Di encama biryarên  siyasî yên ku bi destê darazê hatine dayîn îro şaredariyên Dêrsim û Pilûrê jî hatin zeftkirin.

Eger hûn difikirin ku bi qeyûman, partiya me lawaz bikin, xelkê ji bijardeyên wan ên siyasî dûr bixin û vê darbeyê bi gel bidin qebûlkirin, hûn gelekî şaş in.

Hûn tenê darbekariya xwe tomar dikin û tawanên xwe girantir bikin.

Hûn dê li hemberî îradeya gel wekî doh, îro û ji niha pê ve jî têk biçin.”

Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak û Serokê Şaredariya Pilûrê Mustafa Sarigul roja çarşemê li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dêrsimê bi hinceta “endamtiya rêxistinê”  hatibûn darizandin.

Di dozê ji her du serokên şaredariyan re 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn.

Di dozê de beşdariya serokên şaredariyan di çend şîn, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên li dijî çêkirina bendavan ên salên borî de wekî tawan hatin dîtin.

Cevdet Konak 31ê Adarê bi rêjeya ji sedî 40,2yê dengderên Dêrsimê û Mustafa Sarigul jî bi rêjeya 33,6ê dengên xelkê navçeya Pilûrê hatin hilbijartin.

4ê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê hatibûn kirin.

Meha Hezîrana jî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hatibû kirin.

Ji 31ê Adarê ve qeyûm tayînî 6 şaredariyên Bakurê Kurdistanê hatine kirin ku 5 ji wan ên DEM Partiyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst