Sînorê Libnan û Îsraîlê: 4 leşkerên Îtalyayê birîndar bûn

4 demjimêr berê
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê êrişî hêza UNIFILê ya li ser sînorê Libnanê û Îsraîlê kir û 4 leşkerên Îtalyayê birîndar bûn.

Navenda Hêza Aştîparêz a Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) li ser sînorê Îsraîl û Libnanê, li bajarê Naqûrayê ye.

2 berpirsên Hikûmeta Îtalyayê ji Reutersê re diyar kir ku ji ber êrişa Îsraîlê ya li ser UNIFILê 4 leşkerên wan bi sivikî birîndar bûne.

Di van rojên dawî de çend caran baregeha hêza UNIFILê rastî êrişên Îsraîlê tê.

Berpirsên Îtalyayê diyar kir ku lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

“Ev êriş nayê qebûlkirin”

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni jî li ser êrişê axivî û got:

"Ez dubare dikim ku êrişên bi vî rengî nayên qebûlkirin bangî hemû aliyan dikim ku ewlehiya leşkerên UNIFILê di her kêliyê de misoger bikin."

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani jî li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuniya Antonio Tajani dibe ku Hizbulah berpirsyarê êrişê be.

Wezareta Parastina Îtalyayê jî ragihand ku 2 roketên 122 milimetrî li baregeha UNIFILê ketine.

Wezareta Parastina Îtalyayê da zanîn ku di êrişê de ziyan gihîştiye jêrxana baregeha UNIFILê û 4 leşkerên wan bi sivikî birîndar bûne û ti metirsî li ser jiyana wan nîne.

Berî niha artêşa Îsraîlê ji UNIFIL xwestibû ku çeperên xwe vala bikin û 5 kîlometreyan vekişin lê wê hêzê ev daxwaz red kiribû û gotibû ew dê dernekevin.

Hêza aştîparêz a Neteweyên Yekbûyî ji nêzîkî 10 hezar leşkeran pêk tê, di nava wan de leşkerên 16 welatên Neteweyên Yekbûyiyê hene.

Îsraîl ji 20ê Îlonê ve bi tundî êrişî başûrê Libnanê dike û Hizbulaha Libnanê jî bi mûşek û dronan êrişî axa Îsraîlê dike.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) 560 hezar Libnanî ji ber êrişên Îsraîlê derbasî nava axa Sûriyeyê bûne û şerê Îsraîl û Hizbulahê bandorê li milyonek û 450 hezar kesî kiriye.

NYyê her wiha eşkere kir ku 400 hezar koçberên Sûriyeyî yên ji ber şerê navxwe çûbûn Libnanê dîsa vegeriyane welatê xwe.

Li gorî çavkaniyê Rûdawê zêdetirî 20 hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê jî li Libnanê bûne û ew jî vegeriyane Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst