RIHA - Di qezaya trafîkê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn

22-11-2024
RÛDAW
Nîşan Sirûc Miştenûr Riha Qezaya Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di bûyerê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan îro li navçeya Sirûcê ya Rihayê li ser rêya Kobaniyê otomobîla ku Mehmet Ceylan diajot li otomobîla ku Furkan Bîngol diajot qelibî.

Hat zanîn ku di qezaya trafîkê de 4 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin nexweşxaneya navçeyê.

Tevî hemû mudaxaleyan bijîşkî birîndarê bi navê Nebî Ceylan li naxweşxaneyê canê xwe ji dest da. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir