ROJAVAYÊ KURDISTANÊ - Şervan tên perwerdekirin

22-11-2024
Merasîma derçûnê / Wêne: Ji ber dîmenan
Merasîma derçûnê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Şervan Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê dewreyên perwerdeyê yên şervanên HSD,YPJ û Hêzên Xweparastinê berdewam dikin.

Şervanên Hêzên Xweparastinê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser tên perwerdekirin û piştî perwerdeyê mezûn dibin.

45 şervanên din ên Ewlehiya Hundirîn 2 mehan perwerde bûn û fêrî dersên hizrî, siyasî û ewlehiyê bûn.

“Dê mirovê pîroz biparêzin”

Hevserokê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser Elî Hesen li merasîmê derçûnê got:

“Ev destkeft destkeftên Asayîşa Giştî zêde dike.

Ev hêz ser bi hêzên ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ne da ku projeya Neteweya Demokratîk û ewlehî û aramiya herêmên me biparêzin.

Ev hêz her wiha dê mirovê ku di hemû ol û baweriyan de pîroz e biparêzin.”

421 şervanên Hêzên Xweparastinê yên Rêveberiya Xweser jî perwerdeya xwe xelas kir û ji bo bihêzkirina çeperên şer amade ne.

“Em li vir bersivê didin dijmin, em amade ne”

Hevseroka Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Semîre el-Ehmedê li ser perwerdeya şervanan ev agahî dan:

“Hevalên me du mehan hatine perwerdekirin û fêrî dersên hizrî, siyasî û leşkerî bûne da ku di warê amadebaşiyê de bi erkên xwe yên exlaqî û niştîmanî rabin û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.

Di heman demê de ji wan tê xwestin destkeftên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gefên dijminan biparêzin.

Em li vir bersivê didin dijmin û dibêjinê em amade ne ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.”

Hêzên Xweparastinê erkê leşkeriya mecbûrî pêk tînin û li gorî amarên Hêzên Xweparastinê, niha 15 hezar şervan erkê leşkeriyê tînin cih.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî diyar kiribû ku herî kêm 100 hezar şervan li çeperên şer di amadebaşiyê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst