Grûpên nêzîkî Îranê baregeha Amerîkayê ya li Şedadiyê bombebaran kir

22-11-2023
Hisên Omer
Nîşan Amerîka Baregeha Leşkerî Şedadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve, careke din baregeha Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Şedadiyê bombebaran kir.

Baregeha Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Şedadiyê 60 kîlometreyan li başûrê Hesekê ye.

Grûpa bi navê Mûqwemeya Îslamî ya Îraqî, ragihand ku çekdarên wê roja sêşemê baregeha li Şedadiyê bi çekên guncav kiriye armanc.

Çavkaniyên xwecihî jî tekez kir ku êriş li wê baregehê hatiye kirin.

Ji destpêka şerê Xezeyê ve, grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve zêdeyî 30 carî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê êrişî hêzên Amerîkayê kirine.

Bargehên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, li zeviya el-Omer, zeviya Konîkoyê ya li rojhilatê Dêrezorê, li Şedadiyê û xirab el-Cîrê ya di navbera Tilkoçer û Rimêlanê de ne.

Lêkolînerê Navenda Feratê yê li Qamişloyê Welîd Çolî derbarê bandora wan êrişên li ser hêzên Amerîkayê ji Rûdawê re diyar kir ku Amerîka dixwaze hêza li Rojhilat Navîn zêdetir bike.

Li hemberî wan êrişan, hêzên Amerîkayê tenê 3 caran pêgehên wan milîsan li rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst