Jina ku ji qata 5an hatibû avêtin: Fenomenên medyaya civakî xwest destdirêjiyê li min bikin

22-11-2023
RÛDAW
Nîşan Eskan Tower Hewlêr Fenomenên Medyaya Civakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê du fenomenên medyaya civakî, jineke 19 salî ji qata 5emîn a avahiyekê avêt.

Bûyerê 18ê Çiriya Paşînê, li sîteya Eskan Towerê ya Hewlêrê rû da.

Dîmenên jina ku ji avahiyê hatiye avêtin, li ser medyaya civakî hatin parvekirin.

Piştî lêpirsîna li Asayîşa Giştî ya Hewlêrê, 2 gumanbar ku fenomenên medyaya civakî ne, hatin desteserkirin.

Jina bi navê F. ku bi giranî birîndar bûbû û li nexweşxaneyê tê dermankirin ji Rûdawê re behsa hûrgiliyên bûyerê kir.

Fyê. diyar kir ku roja bûyerê ew bi F.Z. û M.A. re axiviye û her du fenomenan xwestiye ew biçe mala wan a li Eskan Towerê.

Fyê. wiha behsa bûyerê kir:

“Her du kes bi otomobîlê hatin û paşê em çûn mala wan. Yek ji wan bi min re ket têkiliya zayendî û yê din jî heman tişt xwest. Ji ber ku min qebûl nekir, wan ez ji balkonê avêtim.”

Rapora doktor a îstismarê piştrast dike hêj derneketiye.

Zirbavê Fyê. diyar kir ku di lêpirsînê de yek ji gumanbaran tawanê îstismarê qebûl kiriye.

Di roja yekemîn a bûyerê de, Asayîşa Giştî ya Hewlêrê gotibû, “Gumanbaran di bin bandora alkolê de F ji balkonê avêtiye.”

Dayîk û bavê Fyê. beriya 8 salan hevdu berdane û F. bi dayîka xwe re dijî.

Zirbavê Fyê. got ku roja bûyerê ew li mala bavê xwe bû û bi telefonê  ew ji bûyere hatiye agahdarkirin.

Zirbavê wê got, “Ji me re gotin otomobîlê li keça we daye û li nexweşxaneyê ye û ji pişta û tenişta xwe ve birîndar bûye.”

Hat zanîn ku malbata Fyê. ji bilî fenomenên medyaya civakî F.Z. û M.A. giliyê kesekî din jî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst