Serok Barzanî, Mehdî Eker qebûl kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li Hewlêra paytext Wezîrê berê yê Xorak, Çandinî û Ajeldariyê yê Tirkiyeyê Mehdî Eker qebûl kir.

Serok Barzanî li navçeya Pirmamê, Wezîrê berê yê Xorak, Çandinî û Ajeldariyê yê Tirkiyeyê û Serokê Desteya Rêveber a Navenda Stratejî û Siyaseta Çandiniyê (TARPOL) Mehdî Eker qebûl kir.

Baregeha Barzanî li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê, pêşxistina pêwendiyên her du aliyan û rewşa giştî ya navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Derbarê civînê de Konsulxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê jî got:

“Wezîrê berê yê Xorak, Çandinî û Ajeldariyê yê Tirkiyeyê birêz Mehdî Eker îro bi serdaneke nezaketê çû cem Serokê PDKyê Mesûd Barzanî.”