MÊRDÎN - Bi mirina zarokekî dest pê kir: Dijmintiya 47 salan bi aştiyê bi dawî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê xwîndariya ku berî 47 salan bi kuştina Mehmet Alpsoy dest pê kir, bi beşdariya hezar kesî bi dawî bû.

Piştî ku sala 1976an li gundê Kemêyê yê navçeya Midyadê Mehmet Alpsoyê 13 salî hat kuştin, di navbera malbatên Alpsoy û Aykut de xwîndariyê dest pê kir.

Di encama hewldanên rûspiyan de xwîndariya 47 salan bi aştiyê bi dawî bû.

Xwarina aştiyê li saloneke dawetê ya li navçeyê hat lidarxistin, di nav beşdaran de rûspî û siyasetmedar jî hebûn.

Piştî xwarinê malbatên Alpsoy û Aykut hev hembêz kirin û bi selawatan aşt bûn.

Mehmet Beşîr Aksoy, Abdullah Taş, Mehmet Saît Çelebî, Mehmet Ata Çelebî, Berbijêrê Şaredariyê Seyfettîn Alpsoy, nûnerên saziyên sivîl, endamên her du malbatan û gelek welatî beşdarî civînê bûn.