Li Rihayê 12 kes ji ber xapandina xelkê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalanê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 12 kes bi tohmeta xapandina xelkê hatin desteserkirin.

Di encama oparasyoneke bi pêşengiya Serdozgeriya Komarê ya Kaniya Xezalanê û hevkariya têmên Rêveberiya Ewlehiyê, polîsan doh bi şev bi ser 9 malan de girt.

Di oparsona derengiya şevê de bi tohmeta ku "Wan bi rêya ragihandê xelk xapandiye"  12 kes hatin desteserkirin.

Herwiha polîsan dest daniye ser gelek telefon, SIM kart, kompîter, zêr, 277 hezar 600 lîreyên Tirkî û çekeke pereyan û 5 demançeyan.

Lêpirsîna kesên hatîne desteserkirin li navenda ewlehiyê ya wî bajarî berdewam dike.