Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalanê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 12 kes bi tohmeta xapandina xelkê hatin desteserkirin.
Di encama oparasyoneke bi pêşengiya Serdozgeriya Komarê ya Kaniya Xezalanê û hevkariya têmên Rêveberiya Ewlehiyê, polîsan doh bi şev bi ser 9 malan de girt.
Di oparsona derengiya şevê de bi tohmeta ku "Wan bi rêya ragihandê xelk xapandiye" 12 kes hatin desteserkirin.
Herwiha polîsan dest daniye ser gelek telefon, SIM kart, kompîter, zêr, 277 hezar 600 lîreyên Tirkî û çekeke pereyan û 5 demançeyan.
Lêpirsîna kesên hatîne desteserkirin li navenda ewlehiyê ya wî bajarî berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse