Li Duhokê 2 roj şîna giştî hat ragihandin

22-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji ber teqîna şeva bihorî ya tankera gazê ku di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn, li bajarê Duhokê û qezayên wê du roj şîna giştî hat ragihandin.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter îro Sêşembê ragihand, “ji ber canjidestdana pênc kesan di bûyera dilşewat a Duhokê de, em du rojan şîna giştî li parêzgehê radigihînin.”

Derengiya şevê din li Taxa Girê Basê ya bajarê Duhokê tankeke gazê ya li ser banê avahiya cihê mana xwendekaran teqiya û li gor amarên destpêkê di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn.

Di encama teqînê de, efserekî polîs bi navê Elî Berwarî, du polîs bi navên Xefûr Omer û Kovan Mihemed Seîd, xwendekarekî zanîngehê bi navê Nîhad Elî Seidullah û karkereke firinê Eyad Siûd Ehmed canê xwe ji dest dane.

Berdevkê Berevaniya Sivîl a Duhokê, Bêwar Ebdulezîz derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, “teqîn di sîstema gazê ya firinekê de çêbûye, li heman avahiyê li qata jor cihê mana xwendekaran jî hebûye.”

Piştî teqînê Parêzgarê Duhokê Elî Teter serdana cihê bûyerê kir û ragihand, karkirina bi sîstema gaza LPG li Duhokê hatiye rawestandin heta ku derbarê bûyeran û wan sîsteman de lêkolînek berfireh tê kirin.

Beriya çend rojan bûyereke teqîna tankera gaza LPG li Silêmaniyê jî çêbûbû û di wê bûyerê de 15 kesan canê xwe ji dest dabûn û 12 kes jî birîndar bûbûn. Herwiha ji ber hêza teqînê avahiyeke 3 qatî ku mala welatiyekî bû, bi temamî herifîbû.

Piştî teqînên gazê yên li Silêmanî û Duhokê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryar da ku karkirina bi sîstema gaza LPG li Herêma Kurdistanê bê rawestandin û derbarê wê sîstemê û herwiha bûyeran de lêkolîneke berfireh bê kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst