3 roket li Kilîsê ketin xwarê

22-11-2022
RÛDAW
Nîşan Kilîs Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Kilîsê ragihand sê roket li nêzîkî deriyê sînorî yê   wê parêzgehê yê ligel Sûriyê ketine xwarê û ti ziyanek canî çênebûye.

Li gor  zanyariyan îro 22ê Mijdara 2022ê li nêzîkî deriyê sînorî yê Oncu Pinar ê parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê yê ligel Sûriyê, 3 roket ketine xwarê û ew roket li zeviyek vala ketine û ti ziyanên canî nebûne.

Parêzgariya Kilîsê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kiriye û dibêje: “Ji aliyê rêxistina terorî ve, 22ê Mijdara 2022ê di demjimêr  21.25ê de 3 roketên dûr mesafeyî ji devera Til Rifetê hatine avêtin û li xeta  sînorî ya Kilîsê ketine xwarê. Ti ziyaneke me ya canî nîne.”

Li navçeya Gilgamêş a Dîlokê duh di encama êrîşa bi roketan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn 10 kes jî birîndar bûbûn.

Roket li lîseyek û 2 malên li navenda navçeyê û barhilgireke li nêzî Deriyê Sînor ê Gilgamêşê ketibûn.

Ev di demekê de ye li gor ku Tirkiye dibêje 20ê Mijdara 2022ê jî di çalakiyeke bi roketan de leşkerek û 7 polîsên wan birîndar bibûn.

Sê roj in ji 20ê Mijdara 2022ê ve artêşa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê bi navê Oparasyona Pence- Şûr dest bi êrişên bi firoke û topan kiriye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye di wê operasyonê de 184 şervanên YPG û PKKê canê xwe ji dest dane. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk van gotinên Wezaeta navborî red dike û dibêje “Di êrîşên dawî de 2 endamên ewlehiyê û 11 welatiyên sivîl şehîd ketine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst