Platforma Ked û Demokrasiyê: Em bang li herkesê dikin li dijî şer derkevin

22-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî destserkirina 47 kesan di çalakiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ya bi armanca protestokirina operasyonên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê, li Amedê Platforma Ked û Demorkasiyê ya wê parêzgehê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da û bang li welatiyan kir ku dijî şer derkevin.

Platforma Ked û Demorkasiyê ya Amedê roja Duşembê 21ê Mijdara 2022an bi daxuyaniyekê çapemeniyê derbarê desteserkirina 47 kesan nerazîbûn pêşan da ku di protestoya HDPê ya dijî operasyona artêşa Tirkiyê de bo ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hatibûn desteserkirin.

Serokê Şaxa Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Tendirustî û Xizmetên Civakî (SES) Şiyar Guldîken daxuyanî xwend û amaje bi wê yekê da ku desthilat ji bo desthilata xwe bidomîne şer daye destpêkirin û got, wan heman senaryo di demên berê de jî dîtine.  

Guldîken amaje bi êrîşa doh a dijî navçeya Gilgamêşê ya Dîlokê jî kir û got: “Li navçeya Gilgamêşê ji cihê ku di jêr kontrola Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) de ye, mûşek hatine avêtin û kesên sivîl canê xwe ji dest dan. Ti sûda şer bo ti kesekî nîne û gel wenda dike. Tenê sûdê dighîne bazirganên çekan.”

Serokê  Şaxa Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Tendirustî û Xizmetên Civakî nerazîbûn li dijî biryara qedexeya çalakiyan û destserkirina 47 kesên di protestoya Amedê de nîşan da û got: “Me îro jî zanî ku rewşa awarte bi dawî nebûye. Li kolanan bi sedan kes dikarin bên destserkirin. Dema dixwazin mafê xwe yê herî demokratîk bînin ziman tên destserkirin.”

Navborî di berdewamiya axaftina xwe de bang li xelkê kir ku dijî şer derkevin û got: “Em dê li her cihekê bînin ziman ku em li dijî şer in. Em bang li herkes jî dikin li dijî şer bêjin na û vê hevgirtinê mezin bikin.”

Roja Duşembê 21ê Mijdara 2022ê beşek ji parlamnenter, endam û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestin li Meydana Deriyê Çiyê yê Amedê operasyona Pençe-Şûr a Artêşa Tirkiyê li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê û Sûriyê protesto bikin, lê hêzên ewlekariyê destwerdan kirin û 47 kes destserkirin ku Serokê Rêxistina Amedê ya HDPê Zeyat Ceylan û Seroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Seval Gulmez jî di nav de ne.

Roja 20ê Mijdarê, firokeyên şer F-16 ên artêşa Tirkiyê çendîn navçe li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê kirin armanc, di encam de li Rojavayê Kurdistanê 29 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Topbaran û bomberana Artêşa Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê doh jî berdewam bû û li gor medya Rêveberiya Xweser herî kêm 27 gund hatine armanc kirin.

Ev di demekê de ye her doh Duşembê li navçeya Gilgmamêş a Dîlokê jî êrîşeke bi roket û hawanan pêk hat û di encam de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst