Mesrûr Barzanî û Jean-Yves Le Drian 'krîza koçberan' gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransayê li hev kirin ku têkildarî mijara koçberan tîmeke teknîkî ji Parîsê serdana Hewlêr û Bexdayê bike. Mesrûr Barzanî daxwaz ji Jean-Yves Le Drian kir ku Fransa ji bo alîkarî û hawarçûna wan koçberên ku asê mane rola xwe bilîze. Herwiha Wezîrê Derve yê Fransayê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, di peywendiya telefonî de, rewşa koçberên ser sînorê Belarus û Polandê û çareserkirina krîzê mijareke sereke ya wê peywendiyê bû. Di wê peywendiyê de hebûn û mana Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn jî hat gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî û Jean-Yves Le Drian li ser rewşa koçberên li Belarusê hevnêrîn bûn ku “ew bûne qurbaniyên destê bazirganên mirov û qaçaxçiyan û lîstikeke siyasî.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê peywendiyê de, amaje bi vegerandina bi sedan koçberan a ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê kir û amdebûna Hikûmeta Kurdistanê derbirî ji bo her alîkarî û hevahengiyeke pêwîst bo vegerandina wan koçberên ku mane.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji Jean-Yves Le Drian kir ku Fransa “rola xwe bo hawarçûna wan koçberên ku li ser sînorê Belarus û Polandê asê mane, bilîze.”

Wezîrê Derve yê Fransayê jî pesnê rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku li beramber “tawanbarên bazirganiya bi mirovan” û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku “bi awayekî bilez li gel berpirsên Hikûmeta Federalî ya Bexdayê û welatên Yekîtiya Ewropayê hevahengî pêk anî û hewla çareserkirina vê pirsgirêkê da.”

Herwiha Mesrûr Barzanî û Jean-Yves Le Drian rêkeftin ku tîmeke teknîkî ji Parîsê serdana Herêma Kurdistan û Bexdayê bike ji bo pêdaçûn û wergirtina tedbîrên pêwîst. Herdu alî li ser girîngiya berdewamiya peywendî û hevahengiya dualî li hev kirin.