Polîsê Silêmaniyê: Yên ku êrişî hêzên asayişê kirin ne xwendekar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li Slêmaniyê di dema xwepeşandana xwendekaren zaningehe da erişi hezen ewlehiye hat kirin. Rêveberiya polîsê Silêmaniyê ragihand ku kesên êrişî hêzên ewlehiyê kirine ne xwendekar in û ev yek bi hatiye belgekirin.
Xwendekarên zanîngehên Silêmaniyê û navçeyên wê daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku bursên ku ji bo temamkirina xwendina xwe ji wan re tê dayîn, zêde bike.
Bi vê armancê 2 roj in xwendekarên Enstîtuya Teknîkî ya Zanîngeha Silêmaniyê çalakiyan li dar dixin. Xwendekarên ki li ber avahiya zanîngehê kom bûn, daxwaz dikin ku şert û mercên li avahiyên razanê bên başkirin.
Di çalakiya îro de xwendekarên ketin avahiya zanîngehê hin camên avahiyê şikandin.
Li ser vê yekê hêzên ewlehiyê bi gaza rondikrêj bersiva xwepêşanderan da.
Di dema bûyeran de komeke bi kevir û kêran êrişî hêzên ewlehiyê kirin û hinek ji wan birîndar kirin û alozî zêdetir bû.
Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên ewlehiyê ji bo ewlehiya xwepêşanderan li cihê bûyerê ne û hat gotin ku dê her cure giliyên xwendekaran bên guhdarkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên di bûyerên îro de êrîşî hêzên ewlekariyê kirine ne xwendekar in û di derbarê vê mijarê de belge jî heye.
Rêveberiya polîsê Silêmaniyê jî daxwaz ji xwendekaran kir ku xwepêşandanên xwe bi awayekî medenî û bêyî tundiyê li dar bixin û ti derfetê nedin kesên ku vê rewşê vediguherînin derfetê.
Xwendekarên zanîngehên Herêma Kurdistanê ji sala 2014ê ve ji bo temamkirina xwendina xwe mehane ji hikûmetê bûrs werdigirin.
Li Herêma Kurdistanê xwendekarên ku ji derveyî bajêr tên û li beşên navxwe dimînin 100 hezar dînar, yên li beşên navxwe dimînin 60 hezar dînar û yên li bajarên xwe dixweynin 40 hezar dînar bûrs werdigrin.
Li aliyê din ve Zanîngeha Silêmanî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew piştgiriyê didin daxwazên xwendekaran.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê ewlehiya xwendekaran bê temînkirin û perwerdeya wan neyê astengkirin û herwiha bal kişand ser girîngiya bilêvkirina daxwazên bi awayekî şaristanî.
Wezareta Darayî ya Kurdistanê jî ragihand, pişka bûdceya ku ji bo dezgehên xwendina bilind tê dayîn diyar e û heta niha ti daxwazeke fermî ji Wezareta Xwendina Bilind re ji bo zêdekirina bûrsê wernegirtiye.