Rêveberiya Xweser hinardekirina zeytûn û zeyta zeytûnan qedexe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser bi sedema bihabûna zeytûn û zeyta zeytûnan hinardekirin qedexe kiriye.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi sedema bihabûna zeytûn û zeyta zeytûnan li nav bazarên navxwe hinardekirina van herdu berheman ji bo demekê qedexe kir.

Li gor biryara Rêveberiya Xweser, nabe ku zeytûn û zeyta zeytûnan ji bo deverên derveyê Rêveberiya Xweser bê hinardekirin.

Sedema sereke ya buhabûna zeytûn û zeyta zeytûnan ew e ku berhemên herêma Efrînê derbasî navçeyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê nabin.

Tirkiyê xelkê herêma Efrînê neçar dike ku berhemên xwe bifiroşin kompaniyeke Tirkî û rê nade ku cotkar berhemên xwe bi dilê xwe bifiroşin.

Ev di demekê de ye ku bajarê Efrînê ku bi zeytûnan navdar e, ji 18ê Adara 2018 ve di bin kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.

Ji ber wê sedemê deverên li jêr kontrola Rêveberiya Xweser ji zeyt û zeytûnên devera Efrînê bêpar mane û peydakirina zeyt û zeytûnan gelek kêm bûye û nirx bilind bûye.

Herwiha zeyta zeytûnan a ku ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê bo Tirkiyê tê anîn gelek caran dibe rojev ku Tirkiyê par bo Îspanya hinarde dikir û îsal jî dixwaze hinardeyî New Yorkê bike.

Çend roj berê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Antakyayê Hikmet Çînçîn ragihand ku Kooperatîfên Krediya Kiştûkalî hewl dide 90 hezar ton zeyta zeytûnan ku herî dawî ji Efrînê hatiye anîn bifiroşe Amerîkayê.

Sala 2019an jî mijara zeyta zeytûnên Efrînê di rojevê de bû. Hatibû ragihandin ku ew zeyta ji Efrînê tê anîn wek li Tirkiyê hatiye berhemanîn bo Îspanya û hinek welatên din ên Ewropayê tê hinardekirin.

Parlamenterê Partiya Muhafezakarên Demokrat a Swîsreyê Bernhard Guhl ji Fox Newsa Amerîkî re gotibû: “Baxên zeytûnan ên Efrînê ku di jêr dagirkeriya Tirkiyê de ne ji aliyê hêzên Tirk û çekdarên girêdayî wê ve tên talankirin. Zeytûnên hatine dizîn bo Îspanya hatin firotin.”

Meha borî Parlamentera HDPê ya Edenê Tulay Hatimogullari, Parlamentera CHPê ya Hatayê Suzan Şahîn û Parlamenterê MHPê yê Hatayê Lutfu Kaşikçi ev mijar biribûn Parlamentoya Tirkiyê.

Li aliyê din ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovan li hember welatiyên resen ên herêmê ku Kurd in, hatine kirin û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û cîhanî li ser wan binpêkirina raport belav kirine.