Tirkiyê qonaxa bicihkirina koçberên Ereb li Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê hejameke  koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê li bajarê Serê Kaniyê bicih kirin.

Li gor nûçeya ajansa Anadolu ya Tirkiyê, grûpeke koçberên Sûriyê yên, li navçeyên Wêranşar û Serê Kaniyê yên Rihaya Bakurê Kurdistanê diman hatine vegerandin bo bajarê Serê Kaniyê yê li Rojavayê Kurdistanê.

Li gor wê ajansê, ew grûpa ku jin û zarok jî di nav de hebûn ji 70 kesan pêk dihat û herwiha hatiye gotin ku wan serî li parêzgariya Rihayê daye ku bên vegerandin û li ser daxwaza wan ew koçber li Serê Kaniyê hatine bicihkirin.

Ew koçberên Ereb bi rêya deriyê sînorî derbasî Serê Kaniyê bûn û yek ji wan koçberan ê bi navê Muezzîn El Mihemed got, “Ev 7 sal in ez li Tirkiyê bûm, niha gelek kêfxweşim ku vedigerim welatê xwe.”

Tirkiyê 9ê meha derbasbûyî êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin û bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê xistibûn bin kontrola xwe.

Tirkiye ev heyameke dirêj e, hewl dide ku li Rojavayê Kurdistanê, navçeyeke ‘aram’ ava bike û wan koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê ku hejmara wan zêdetir ji 3 milyon û nîvan e, li Rojavayê Kurdistanê bicih bike.

Herwiha Tirkiyê yek ji sedemên êrişa xwe jî ‘weke vegerandina koçberan’ pênase kiribû, lêbelê Rêveberiya Xweser, Tirkiyê û grûpên çekdar bi ‘paqijiya etnîkî ya li hemberî Kurdan’ tohmetrbar dikin û dibêjin, “Tirkiye bi projeya bicihkirina koçberan li Rojava dixwaze demografiya navçeyê biguhere.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, berî niha ragihandibû, “Li gel guhertina demografiyê, gelê Kurd bi metirsiya paqijiyeke etnîkî re rûbirû ye. Metirsiyeke mezin heye.”

Herwiha li gor dawîn amarên Rêveberiya Xweser, ji ber êrişa Tirkiyê zêdetirî 300 hezar kes ji cih û warên xwe derketine û herwiha di dawîn raportan de tekezî li ser, “encamdana tawanên şer ji aliyê grûpên çekdar ve” tê kirin.

Di çendîn raportên navdewletî û xwecihî de jî amaje bi dizî û talana ji aliyê grûpên çekdar ve li bajarên Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin û hatiye belavkirin ku ew çekdar dest datînin ser mal û milkê xelkê.

Li Efrînê jî ku ew bajarê Rojavayê Kurdistanê jî roja 18ê Adara 2018an ketibû destê Tirkiyê û grûpên çekdar, bi sed hezaran Kurd jiber êrişan koçber bûbûn û li mal û gundên Kurdan xelkê Ereb hatibûn bicihkirin. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî duh derbarê Efrînê de axivîbû û gotibû wan li Efrînê nêzikî 400 hezar kes bicih kirine.